Xwendevan û nivîskarên hêja,
Roj (êvar) baş!
11 roj mane û emê xatir ji sala 2001ê bixwazin û bixêrhatina
sala nû bikin.
Dem difire, ne li paş dinere û ne jî dipirse. Gotinek erebî dibêje:
"Dem weke şûr e, ko tu wê nebirî, ewê te bibire!"
Divêt ko em Kurd di dawiya vê salê de ji xwe bipirsin, me çi ta niha
bo milet, çanda û zimanê xwe kiriye. Gelo hejmara Kurdên ko di vê demê
de bi zimanê xwe diaxivin, ji demên berê pirtir bûye an kêmtir?
Ez dibêjim kêmtir û hêvîdarim ko ez şaş bim. Hejmara Kurdên
ko jiderveyî welat dijîn her bi her zêdetir dibe. Roj bi roj bi sedan ji wan
dev ji welat berdidin (sedemên hatina wan cuda ne, ji sedemin siyasî ta yên
aborî),
bi hêviya ko li Ewropa an li welatên din jiyanek xweş dûrî
zilm û zoriyê bibînin. Heger gîhan armanca xwe (gelek ji wan
bi rê de geh vedigerin û geh dimrin) dibînin ko hêviyên wan xayin bi
wan re derdikevin. Ne dîwar hene yên ko pere ji wan derdikevin û li
bendî
danhevdinê ne û ne jiyan ew jiyane ya ko hêvîdikirin ko li pêşiya
xwe bibînin. Piştî çend rojan di nexweşiyê û odeyên teng û
qilêrî de, nih bi şaşitiya xwe dihisin û xweziya nehatinê dikin.
Xweliyê bi serê xwe tînin, nema karin jî vegerin. Ma wê çawa vegirin û
tiştekî wan li wêderê nema ye, ji bilî deyn û gotinên meriv
û cîranan.
Ji ber ko problêmên wan roj bi roj zêde û ne kêm dibin,
Kurdên ji derveyî welat
xwe mijûlî tiştekî nakin jibilî çareserkirina pirsa xwe
ya aborî bêyî ko hayê xwe ji xwe û ji zarokên xwe bînin.
Bi vî awayî ne bes tenê zarok winda dibin. Bi windabûna wan, ziman winda dibe,
adet û folklora kurdî winda dibin.
Kurdên din jî hene yên ko li xwe, ziman û folklora xwe miqate ne, lê
mixabin hejmara wan li gor hejmara yên din gelekî biçûk e.
Ez bi hêvî me ko bi destpêka sala nû, Kurdên ji derveyî welat
hebekî hişiyar bibin û bibînin ko ew li ser rêya şaş in, rêya
windabûn û tunebûnê, berî ko "tirên li wan biqelibe".
Bi hêviya ko hun (wek ko Elman dibêjin) xweşik "bişemitin"
sala nû, û sala 2002´an bo me hemûan salek tije
bi kêf, xêr û xweşiyê be, ez demek xweş
bê nexweşî û problêman bo we dixwazim.
Silavên min yên taybet bo hemû nivîskar û xwendevanên ko
li Kurdistanê van gotinan dixwînin.
Bo sala nû kovara Nivîs li hêviya rexne û peşneyarên we
ye!
|
|