Ez nizanim ezê êdî çi bikim...
Heger ku navê min “Peter”
û paşnavê min jî “Ustînov” bûya, min dikaribû wekî wî jî bigota: “Mîzah,
ji bo min riya herî cîdî ye!”
Lê ez dizanim ku, gotinên welê ez
li ser eniya xwe jî bineqişînim, tu kes jê bawer nake...
Dema ku ‘simbêl’ê meriv
tunebin û meriv nikaribe li ser gotinên xwe ‘xiyarên qeşartî’ jî
bide, tu çi bêjî elawekîl pere nake... Yanî tu riya cinneta Henekîstanê
jî nîşanî yekî/ê bikî ji te bawer nake.
Bi serê pîrika Peter kim,
ez îlanan jî bidim kovar û rojnameyan û bibêjim, filan û bêvan gotinên min cîdî
ne, lê wê dîsa jî her kes bibêje qey ez henekan dikim.
Henekên çi, halê çi?
Ez ne bawer im, nivîskar û
şanogerê Îngilîz Peter Ustînov jî wekî min ji xwe re ketibe
‘bela’yê.
Wê rojê, min hevalekî xwe dît.
Piştî ku me hal û wextê hev pirsî, min fêm kir ku bûye xwediyê
weşanxaneyekê. Min meselê anî ser pirtûkan û min jê re got: “Gelo tuyê
zikata pirtûkên îsal bidî kî...?”. Ruyê wî geş bû û ji nişka ve bû
tîqtîqa wî.
Lê min gohê neda tîqtîqên wî û
min berdewam kir “Elhemd ji Xwedê re, wekî Xalê Erbakan ez jî misilman
im. Û tu ji bîr nekî ku, em ji malmela ne jî. Bila xebera te jê hebe!” Dîsa bû
tîqtîqa wî, ruyê wî bû kesk û sor û zer... Piştî ku kenê wî sekinî, got:
“Yaww hevalê Evdile, bi Xwedê tu henekên xweş dikî, kêfa min gelek
ji te re tê...”
Kêfa çi, halê çi?
Kêfa xwe ji min re anî, lê çend
pirtûkên kevin jî nexist qurbana henekên min, da ku ez bixim balgîvê ber serê
xwe. Ma hûn dikarin bê balgîv razên, ezbenî!?...
Ma tişta ku min
kişandî, qey yek e dudo ye sisê ye... Sala par jî tiştek welê çêbû.
Min seh kir ku hevalekî min pirtûkek derxistiye. Min jê re telefon vekir û got:
“Bila çavên te û Ecevît ronî be, aqûbet li serê min jî... Eva te ji
beriya min pirtûk derxist, ez dizanim tu îmzeyên baş jî davêjî. Ji zû de
ye, min jî di pirtûkxana xwe de cihê kitêba te vala hiştibû. Mereq neke,
tu dikarî li ser hemû rupelên wê jî îmze bikî. Dibe ku ez wekî Medya TV’yê,
her roj reklama te jî bikim...”
Di telefonê de welê keniya ku,
min got qey wê heqê telefonê zêdetir binivîse. Paşê wekî entellektuelekî
postmodern got: “Koçercan, espîriyên te gelekî bi kalîte ne, xwezî
her kesî wekî min ji felsefeya wan fêm bikira...”
Espîriyên çi, halê çi?
Heta duh jî min û postagerekî, me
bi hev re qrên kir; min jê re got illeh billeh wî hevalê min pirtûk
şandiye lê hûn nadin min. De vêca hûn jî fêm bikin, bav û bacan!
Tiştên ku têne li serê min,
min ne bawer e hatibe li serê Arîstophanes jî... Ji ber ku komediyên Arîstophanes,
li ber meseleya pismamê min seriyek pîvaz jî nake...
Pismamê min piştî ku dev ji ‘koçer’tiyê
berda, bi eşq û heyecan zend û bendên xwe vemalt û partiyek ava kir. Hê
rojên ewil, min jê re got: “Pismam! Ji bo ku tu bikaribî, li meydana Enqerê, bi
Ecevît, Yilmaz û Tayyîb re bikevî ‘gulaş’ê, ez dikarim alîkariyê
bidim partiya te... Ku te bivê, ez dikarim pîlanên partiyê jî hazir
bikim...” Kenê pismamê min li ser partiyê ket û gihîşt polîsên sîvîl ên
ber devê dêrî!
Pêşî min fêm nekir ji ber çi
dikene. Min got qey wê ber bavêje gidîî. Lê şikur ber navêt; simbêlê xwe
bada û got: “Pismamê Evdile, bi Qurana Muhamed henekên te gelekî
xweş in... Ji biçûkahiyê ve kêfa min zehf ji te re tê. Lê me ji bîr kir em
ji te re bibêjin, me ‘PÎLAWA PARTIYÊ’ xwar jî... Sibe jî emê şîranî
bidin, bila xebera te ji vê hebe haaa!”
Pîlawa çi, halê çi?
Bila pismamê min seh neke, lê yên
ku pîlaw û şîranî jî xwaribûn, paşeroja partiyê baş nabînin û
dibêjin: “Ji partiyê re pîlan û projeyên mezin divên, nexwe...”
Ma ezê çi bêjim: Xwedê pîlan û
projeyek bide pismamê min!?...
Vêca biraziyê min jî, hê ku
pîlawek di mala wî de tune bû, rabû bê pîlan û proje -û bê evîn jî- zewicî.
Kurik, paşê poşman bû, lê nedizanî wê xwe bavêta kîjan çemî. Neyse...
Rojekê, piştî ku jina wî bû ducan, min jê re got: “Dema ku zaroka te bi
xêr û silamet hat dinê, ji min re bibêje ezê navê herî nûjen ê kurdî lê bikim,
da ku wekî min di mal de nemîne...!?”
Biraziyê min, ji ber kena xwe
zikopişto bû. Xwedê dizane, wê êdî nikaribe zarokan jî çêke. Dû re ji min
re got: “Ayyy çok şakacisin Aptullaaaa...”
‘Şaka’yên çi, halê çi?
Hûn vêga li hêviyê ne ku, ez
meseleya kurxaltîkê xwe jî binivîsim...
(Pişta stûyê xwe
bixwînin!)
Min ê binivîsanda, lê bi her sê
telaqê bêfito ez newêrim...
Ku ez binivîsim, êdî heye ku ez
avê jî venexwum...
04.12.2001
|
|