Dema li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê darbeya leşkerî ya
12 Îlona sala 1980ê pêk hat, rêxistin û welatparêzên kurdan, mecbûr man ku
welatê xwe terk bikin. Ji bona kadirên wan nekeve destê dijmin, wan çi li başur
û rojhilatê Kurdîstanê, çi li Lubanan û Beyrûtê mirov û kadirên xwe bi cih
kirin. Li wan deran dest bi
perwerdekirina leşkerî kirin, ku vegerin û şer bikin, da ku
welatê xwe bighêjînin azadiyê. Wê demê her rêxistinekê li gor xwe xebatên hêja
dikirin. Bi hev re ketibûn leca ku kî dikare di demek kurt de peşmergeyan
hazir bikin û vegerin welêt. Di nava wê lezûbezê û germayê de hin rêxistinan
xwestin, têkiliyên xwe bi hin dewletên dagirker re deynin. Her weha hin
dewletên dagirker jî xwestin, bi hin rêxistinên bakurê kurdîstanê re têkiliyên
xwe xweş bikin. Ev ê di dîroka gelê me de bê mûnaqeşekirinê...
Çi mixabin demek weha hat, ku lêmayîna rêxistin û kesên
bakurê Kurdistanê li Suriyê (ji bilî PKK) kete xeterê, rêxistin mecbûr man, ku
hevalbendên xwe derxin Ewropa. Lewra jî wan, di demek kurt de herkesên xwe
derxistin. Eger wê demê rêxistinên me rewşên xwe yên siyasî û aborî
çareser kiribana, ji bona tekoşîna gelê xwe, pêşmerge hazir kiribana
û wegeriyabana welêt, wê baştir ba. Ji dêlva Ewropa ew vegerîyabana welatê
xwe îro wê rewşa welêt ne weha ba... Lê ev mijar jî wê weke gelek mijarên
din yên girîng di dîroka gelê me de, bi awayekî berfireh bê munaqeşekirin
û kesên xwedî guneh wê bêne tespît kirin. Ev kar karekî dîrokî ye, çewtî û
şaşiyên hatine kirin wê di dîroka gelê me de bê nivîsandin.
Piştî ku kesên me li dewletên Ewropa bi cih bûn, di
destpêkêde hîn germiya welêt û vegerê li ser gelekan hebû, loma kesên weha
karên baş kirin. Hina xwendin, hina di warê teknîkêde xwe gîhandin. Hin jî
weke kadirên rêxistina xwe, di warê perwerdekirinê de hatin hazirkirin,
zanabûnên wan zêdetir bûn...
Meh û sal derbasbûn, êdî piraniya kesên me ketin nava
bêmoraliyeke weha, ku hêvî û baweriya ewên li welatê xwe vegerin kêm bû.
Rewşeke weha çêbû ku êdî kesên me ji penabertiyê derketin, li Ewropa bûne
karker. Ji ber vê bû, êdî piraniya kadirên rêxistinan û hin ji hevalbendên wan
destên xwe ji karên siyasî ya rêxistinî kişandin. Kesên weha xwe ji bona
karên şexsî û pere qezendkirinê amade kirin. Karên ku kirin, ji vekirina
dikanên pîzeriya û restorantan wêdetir ne tu tiştekî din bû. (Biyaniyên
gelên din bi xwendin û karên teknîkî ve rabûn, lê yên me kurdan jî bi karên
dikanan...) Bere bere dikan ji alî mirovên me yên polîtîk û siyasî ve hatin
vekirin. (Bila şaş neyê famkirin ku ez dikan vekirinê xerab an jî
weke gunehkariyekê dibînim. Na, qet weha nafikirim. Ji dêlva karên paqijiyê
dikan vekirin gelekî baş e, lê mijar û mebesta vê nivîsê ne ev e.) Berê
bav, dûre hêdî hêdî ciwan jî ketin nava karê dikan vekirinê.
Di karên weha de kesên me bi ser ketin. Pereyên baş
ketin destê gelekan. Pereyên zêde, di bîr û bawriyên hin mirovan de
guherandinên taze çêkir. Giraniya berjewendiya şexsî hêdî hêdî di mejiyê
hinan de bi cih bû. Ev bû sedem ku gelek ji kadirên rêxistinan jî dest ji karên
xwe yên siyasî û rêxistinî kişandin. Bi gund û qezayên Swêdê ketin ku ji
xwe re dikanan vekin. Piştî vekirina çend dikan û pere dîtînê, hin kes bi
hevre ketin lecekê ku kî dikare bêtirîn dikana vekin, kî dikare di demek kurt
de dewlement bibin. Kî dikare erebeyên nuh û xweşik bikirin. Êdî sohbet û
hevdîtinên gelek mirovên me yên siyasî bû hatina qaseyên (hatina pereyên
rojane) wan û yên dikandar.
Vê bîr û bawriya xerab tesîra xwe ya nebaş bêtir li ser
zarok û ciwanan kir. Loma gelek dê û bavan bi hêviyên ku zaroyên wan ê kar
bikin û ji xwe re erebeyên nuh bikirin, xistin ber dikanan. Ew jî
xortbûn, nikarîbûn bi awayekî dûr û dirêj li
ser kar û zerara vê bifikiriyana. Bi hewesa pere komkirinê û bi hêviyên
erebeyên xweşik û nûh, piraniya wan dev ji xwendinê berdan, li dikana
geriyan. Ev bû egera kesên ku dixwînin dev ji dibitstanên xwe berdin. Loma
gelekan nexwendin û wan jî dest bi vekirina dikanan kirin. Ev bû weke kulturekê
û di nava ciwanê kurdên bi bîr û
bawerîyên, ku ewên welatê xwe azad bikin, cih girt.
Dikan hatin vekirin, kesên xwedî dikan bûne xwedî pere.
Kesên ji xwe re dixwendin, dîtin ku hevalên wan yên dikandar hemî di demek kurt
de bûne xwedî dikan, bûne xwedî pere. Hina li Tirkiyê avahîyên mezin danînin.
Hin jî li bajarên Tirkiyê yên mezin bûne xwedî xanî ûhwd. Kêfa gelek bavan jî
ji vê yekê re dihat.
Dê û bavên ciwanên ku dev ji dibistanên xwe berdan û ketin
nava karên dikanan, nefikirîn ku wê sibê zaroyên wan têkevin çi halî? Her weha
ji bona zaroyên wan bixwînin û nekevin karên dikanan, tu hewldan jî ji alî
bavan de nehat kirin. Ev li hesabê gelek bavan jî dihat. Heta hin bavan, ji
bona zaroyên wan jî bibin xwedî dikan, xebat dikirin. Ji bona wan sermiyan pêde
dikirin û ew teşwîkî dikan vekirinê dikirin.
Îro rewşa ciwanên me berbi xerabûnekê ve dihare. Piraniya
wan dev ji xwendinê berdan in. Her weha êdi ew bi hevre zimanê biyanî diaxifin.
Heta êdî di gelek malên kurdan de tenê zimanê swêdî tê axaftin. Li gor min ev
xeterek mezin e. Çawa li Tirkiyê, zimanê tirkî ketiye malan, yanî êdî hema hema
herkesek di malên xwe de, bi tirkî qise dikin û zimanê xwe ji bîr dikin. Qasî
ku ez dibînim û dibihîzim ku rewşek weha li Swêdê jî pêk tê. Dibe ku ev
rewş li gelek dewletên Ewropa jî weha be. Elbet divê mirov ne li dijî fêrbûna
ziman û çanda ewrûpiyan bî. Lê em kurd dema fêrî çanda biyaniyan dibin, ya xwe
ji bîr dikin. Xeter di vir de ye.
Gelo dê û bavan
heta îro bi awayekî vekirî di nava xwe û zarokên xwe de munaqeşeya
wendabûna ziman û çanda xwe kirine? Ez dibêm na! Baş e, em ê çi demê
li ser vê rewşê rawestin, an jî em ê çawa vê di nava ciwanên xwe de bînin
zimên. Îro li Ewropa gelek ji ciwanên me, bi zimanê xwe nizanin, gelekan jî ji
bîr kirine, dema em ew qirnê 12 îlonê jî koç bikin, li welatên Ewropa kî yê
çand û zimanê kurdî bi pêşve bibin? Pêwîst e em vê mijara girîng, di nava
hev û zarokên xwe de munaqeşe bikin, da ku em sibê dereng nemînin. Ji bona
destavîtina vê mijarê, îro jî ne dereng e, lê sibê wê gelekî deren bî.
Ji bona newendabûna zarok û çanda xwe divê em bi lezûbez dest
bavên vê mijarê û rêyên ku em ê ciwanên xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurdî
bikin, bibînin. Ya ne zarokên me wê li ewropa tenê bi nav weke kurd bimînin.
Kurdbûna tenê bi nav jî li gor baweriya min wê fêdeyek zêde bi xwe re neyne.
Li gor min:
1- Divê dê û bav ji dêlva zaroyên xwe têxin ber dikanan,
bişînin dibistanê. Divê xebatên pir alî bê kirin ku em bikaribin hewesa
dikan vekirin û pere pirkirinê ji nav ciwanên xwe rakin.
2- Divê hewldan bê kirin, ku ciwanên me jî li gel dê û bavên
xwe herin şev û şahiyên kurdî, lê dibê di wan şev û şahiyan
de, em tenê folklorê nekin. Li gel
folklor û lîstikên kurdî, li gor zewq û kêfa ciwanan jî mûzîk ûhd. deynin.
3- Qasî ku zarok aciz nebin. Ji bona fêrbûna zimanê zikmakî
hin hewldanên ku ciwanan bikşînin nava xebatê bibînin. Ji bona mirov
ciwanan di nava xebatên weha de çalak bikin, di destpêkê de mirov dikare,
qursên muzîk, tiyatro û folklora kurdî veke, li gel van hin qursên zimên û
dîroka gelê xwe jî bide wan.
4- Pêwîst e, ku dê û bav jî xwe hinekî biguherin, bi zarokên
xwe re bibin heval û hogir. Li wan guhdarî bikin, li ser mijarên xebatê bi wan
re munaqeşe bikin. Dîtin û nerînin wan jî bigrin. Eger ew neyên
guhdarîkirin û bê gotin ku, “em bavin, em hertiştî ji we baştir
dizanin”, him em ê zarokên xwe wenda bikin, him jî ewên çanda xwe ji bîr bikin.
5- Ya herî girîng, divê em axaftina zimanê biyanî di malê de
qedexe bikin. Da ku ciwanên me bi hevre kurdî qise bikin. Ew dê û bavên ku bi
zaroyên xwe re zimanê biyanî diaxifin divê ew jî dev ji vê yekê berdin.
Ez dixwazim her dê û bav li ser pêşeroja zarokên xwe
munaqeşeyan vekin, da ku em bikaribin bi hevre rêya çareserkirinê bibînin.
Her weha divê xortên me jî beşdarî nava munaqeşeyên weha bibin, em
bizanibim ku bê çi daxwaz û dîtinin wan hene.
|
|