NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandî, wêjeyî û hunerî Hejmar 10 - 21.11.2001


JI EDÎTOR
NEWAL HECÎ OSÊ:
Piştî 41 sal ji şewitandina sînemaya Amûdê

MARCEL PROUST:
Mirina Baldassare Silvande III

NEZÎR PALO:
Nameyek ji Dîlberê re

EHMEDÊ XANÎ:
Di xuyakirina bawerî û yekaniyê de

RECEP DILDAR:
Bikene

CÎHAN ROJ:
Reşbeleka hestên kêliyan
+++ Helbestname

MIZGÎN MAHMÛD:
Zindî +++ Bê dade +++ Yara

BÛBÊ ESER:
Dayikên me

YOUNES BAHRAM:
Serxetî û binxetî

ADAR JIYAN:
Xezîneya Zilamê Cotkar

ZIYAD NEQÎB BERWARÎ:
Strana evînê

SEBRÎ SILÊVANÎ:
Tek xewin ya ku bûye rastî

ZEREDEŞT HACO:
Ez Kurmancî me
+++ Dîlanbestek

SAÎT FAÎK:
Sarinc

XEMCIVÎN:
Evîniya çvîkan
+++ Stran

SERKEFT BOTAN:
Xela pêşenga ++ Ev cara çenda ye?

BÊWAR IBRAHÎM:
Nameyek ji bo qederê

M. NUREDDÎN YEKTA:
Ez xulam

CÎHAN ROJ:
Havênê jiyanê +++ Êvarek bê pêçek

NERÎMAN BUDAK:
Roja rû evîn
+++ Xewn



EDÎTOR
ERŞÎV
KURDÎ
EREBÎ



LÊGERÎN

PIRTÛKA MÊVANAN
LÎNK
E-KERT
NÛÇENAME
METEOROLOJÎ
CHAT
SMS
WERGER
E-MAIL
NAVNÎŞAN
ALÎKARÎ



KURDISHMEDIA
KURDISTANICA
ENSTÎTUYA KURDÎ
MALPERA LÊGERÎNÊ





Ez kurmnacî me

Dr. Zerdeşt Haco*



Ez
Kurmancî me
xwezayî me
ji gulistana hindo-ewropî me
ji mişara zimanên tewan,
ne yên berbihevî me

Ez
duçemî me
dicle û firatî me
çiyayî me
ezmanî me
stêra berbangî me
heyva çardehî me
rojhilatî û rojavayî me
bakur û başurî me

Ez
Soranî me
Kirmancî û Kirdkî me
Goranî me
Lurî û Bextyarî me
Badînî me
Serhedî me

Ez
kevnariya şaristanî me
dîtina felsefî me
peyvên pîroz î laleşî me
xwediya hijmara çilî me
çarşemî me
ava zelal a zimzimî me
dengbêj û çîrokvanî me
bi lê lê û lo lo xemlandî me

Ez
Cizîrî me
Xaniyî me
Mewlewî me
Qubadî me
Nalî me
ez Bedirxanî me
qebqeba kewê biharî me
dewlemend im, bi xwedî me

Ez
dîlbera xortanî me
siwara rojhatî me
kevanê kişandî me
tîra xurihayî me
ez şûrên ji kalan kişayî me
mertalên ala kurdî me

Ez
bawerî me
ne çûyî me
ez hatî me
herdemî me
rimên agirên newrozî me
ronahiya roja timî me
kesk û sor û zer
spî û gewherî me

Ez
evîna zimanperwerên kurdî me
haştî me
hevaltî me
delala xwedî, heval û hogiran
kulîlkek ji kulîlkên cihana rengîn,
ez elmasa taca mêdî me


Bihara 2000î


Dîlanbestek 1(Ballade)

Yê Kurd û Xwedayê Dilovan
Kurdek, piştî ko dinyayê dev jê berda
li xwedayê dilovan vegera
Piştî jiyaneke dijwar, tev belangazî,
tijî ji kul û derda
xewnê dibîne: Ew li azmanan e, li bihişta

Belê felekê çerx çawa gera:
Dozgerê dewletê bi zend û bend e,
li ser textê xweda

Çavên wî li cilên dozger dikevin û awrên
dozger xwe berdidine dila

Wî tavêjine ser çokan û çekê dixine cênîka:
"De bêje, kurê min, ber pê were, da ez kari bim
li te bibhûrim wan guniha

Belê berî ko tu bêjî, xwezka te hişti ba,
em ya dilê xwe bidine deva:
Ez dizanim, tu mirovekî têrorist î.
Vêce ka bêje kengî û bi çi awa."

Pêlên tirsê yê Kurd hejandin:
"Ev çawa bû, ma jiyana min dîse xwe vegera?
Ma jiyana min bê dawî ye, ev çi ye?
Ma jiyana piştî mirinê ka?"

Ew li hawîr xwe zîvirî, salon bi xemil û şepal e,
li derve awazên kevineroja
Xweda mirovekî kal e, lê desthilatdar e,
li vir roj hew dikare here ava

"Ev çi bêqudoşî ye, min digot qey li vir,
li jor wê mirov weke hev bana
Mirovê kari be pesinê yê dilovan bide,
li vir wê xizan û dewlemend weke hev bana
Gerek e, li vir yên dilşikestî dilxweşî
û yên bazdayî haştî dîti bana
Di bihişta xwedê ya herheyî de, ev çi ye?
Xwezî min ew ne dîti bana"

"Wisa bû, lawê min. Tiştê tu li ser dipêjinî, rast bû.
Belê hertiştî berdêlika xwe da
Ka vêce em werine ser te û kirinên te.
Te bi ya kesekî ne dikir, tê li ber hertiştî rabû ba
Gava yekî li aliyekî riwê te dixist, ma ev jîrîtî bû?
Te aliyê dî jî ne dida ber, da lê bida
Te xwe ji azariyê rizgar kir û di pişt zarwên te re
ji te pê ve kesek ne dima
Te henekên xwe bi destihlatdariya ezmanî dikir,
dixwest bi yên weke xwe re bikî cida
Tu têroristekî ji dil î. Te serî li dinyayê xwar kir
û ling danî ser lihevhatina."

"Min digot qey, wa xwedawo, tu bi hertiştî serwext î,
herwekî bi êşa gela
Ez Kurd hatime vê jiyanê û Kurd jî min ev dinya berda
Dixwestin min di qeydan de bend bikin
û bi dilpaqijiya min bikenîna
Zimanê min ji min bikin, stran, dîlan û dilê min bidizîna
Dixwestin van hemiwan ne hêlin, me Tirk bikin li dinya
Min digot qey, Xwedawo, tu dadîmend î,
tê me rizgar bikî ji kula

Min digot, Xweda, tu dilovan î, xweziya min ew bû,
ko tu rojekê di êşa min bigihişta
Gava ez bi xwe hisiham, ez kî me, tukes ne bû,
ko gelê min rizgar kiri ba
Armanca min zelal dibû û ramana min bi tenê ne dima:
Ez serbilind im, ko têkoşerekî gelê xwe me,
bibîne, tevgerê za."

Yê dozger, yan yê ko jê re Xwedê dibêjin,
ji banî ve yê Kurd da ber awira:

"Tu vê xemil û şepala salonê dibînî, ya dewleta min,
tu nikarî pesin bikî bi lêva
Ev ne kehniya xewnan e, bi xwarin e, jiyana li vir,
û vexwarina
Desthilatdariya dinyayê mûçeyê min dide,
û desthilatdarî ne bûye xewn, ticara

Ew, ew in, yên ko we koçer dibînin
û ji we re dibêjin Kurdên têrorista
Emêrko-êl, Ewro-êl, Tirko-êl û Israêl bûn,
yên ko li derbeka azmanî dida
Tenê ew kesê ko li ser erdan li asta wan be,
kare bi wan re bikeve nav dîlanên stêra
Rastî tim ya desthilatdariyê ye,
hêvîdar im, ko vêce tu hişyar bû bî, Kurdo,
bila?

Rastî ya desthilatdariyê ye, çi li ezmanan
û çi li erda
Wekî dî tê tim têrorist bimênî,
raperîna te divî bû desthilatdar ba
Vêce rabe ser xwe, here devereke penaberiyê,
cihên ava"

Bi qeşmerî digot dozgerê nedilovan,
rêncberê cihana bêbava


Sibata 1999

------------------------
1 Min ev peyv, li gorî bingiha dîrokî ya peyva ferensî, nû ji vî awayê helbesta kurdî re bikaranî.
* Serokê PENa kurdî

Heger rexnên te li ser vê berhemê hebin, ji kerema xwe re emailekê ji me re rêke: info@amude.de



copyright © 2000-2001 amude.de [ info@amude.de ]