Ji Edîtor

Xwendevan û nivîskarên hêja,
dema we xweş be!
Mehek din derbas bû û em dîsa bi vê hejmara Nivîsê ya nû
bi hev re ne.
Ev kovar ya ko niha bi hejmara xwe ya 10´an rûpelên xwe ji
xwendevanên xwe re vedike, vê carê 28 berheman pêşkêşî we
dike.
Nivîskarên ko berhemên xwe di Nivîsê de diweşînin,
meh bi meh zêdetir dibin. Bi wan û berhemên wan rûpelên vê kovarê
rengîntir û dewlementir dibin.
Di dema dawî de, gelek berhem ji Nivîsê re hatin. Min hewl da ko ez hemûan
di vê hejmarê de biweşînim, lê mixabin ji ber dema kêm û
karê pir min nikarîbû daxwaza xwe bi cih bînim. Lê dîsa jî,
nivîskarek nema bêyî ko bi kêmanî berhemek wî di vê
hejmarê de cihê xwe girt.
Bi rastî, ji ber ko malpera Amûdê roj bi roj mezentir dibe û hejmara
mêvanên wê pirrtir dibe, karê wê jî girantir dibe. Wek
ko ez dixwazim ko kwalîteya malperê bi hemû beşên wê hertim
baştir bibe, daxwaza mêvan û dost û hevalên wê jî wisa ye.
Ji ber vê yekê bar li ser pişta min giran dibe. Ev tişt
kêfa min gelekî tîne û dihêle ko ez bêtir li
ser pêşketina malperê xebat bikim. Lê ji ber ko barê min giran dibe,
ez nizanim ezê karibim vê xebatê bi vî awayî berdewam bikim bêyî
ko çend piştên din alîkariya min bi rahiştina vî barî bikin.
Ez li hêviya nerînên we me.
Heta hejmara meha dawî di vê salê de,
bimînin di xêr û xweşiyê de!
Birayê we
Sîrwan Hecî Berko
sirwan@amude.de
|
|