|

JI EDÎTOR

NEWAL HECÎ OSÊ: Piştî 41 sal ji şewitandina sînemaya Amûdê

MARCEL PROUST: Mirina Baldassare Silvande III

NEZÎR PALO: Nameyek ji Dîlberê re

EHMEDÊ XANÎ: Di xuyakirina bawerî û yekaniyê de

RECEP DILDAR: Bikene

CÎHAN ROJ: Reşbeleka hestên kêliyan +++ Helbestname

MIZGÎN MAHMÛD: Zindî +++ Bê dade +++ Yara

BÛBÊ ESER: Dayikên me

YOUNES BAHRAM: Serxetî û binxetî

ADAR JIYAN: Xezîneya Zilamê Cotkar

ZIYAD NEQÎB BERWARÎ: Strana evînê

SEBRÎ SILÊVANÎ: Tek xewin ya ku bûye rastî

ZEREDEŞT HACO: Ez Kurmancî me +++ Dîlanbestek

SAÎT FAÎK: Sarinc

XEMCIVÎN: Evîniya çvîkan +++ Stran

SERKEFT BOTAN: Xela pêşenga ++ Ev cara çenda ye?

BÊWAR IBRAHÎM: Nameyek ji bo qederê

M. NUREDDÎN YEKTA: Ez xulam

CÎHAN ROJ: Havênê jiyanê +++ Êvarek bê pêçek

NERÎMAN BUDAK: Roja rû evîn +++ Xewn

 EDÎTOR
ERŞÎV
KURDÎ
EREBÎ
 LÊGERÎN
PIRTÛKA MÊVANAN
LÎNK
E-KERT
NÛÇENAME
METEOROLOJÎ
CHAT
SMS
WERGER
E-MAIL
NAVNÎŞAN
ALÎKARÎ

KURDISHMEDIA
KURDISTANICA
ENSTÎTUYA KURDÎ
MALPERA LÊGERÎNÊ


|
|
Reşbelka hestên kêliyan
Cîhan Roj (rcihan@nefel.com)
Tîna însan li ser destê girnişîn çivîkek, ji kaniya dil de dengên kûr...
Kewek li ser kevirek hineyî nukul di nav pûrt de, qirşikek ji balîfa li daristanan
de jê diweşe...
Li kolanên biyan li dor qutîkên jardadayî bask li zarokan şkestî;qey hezkirin avêtine qutîkê..!
Hew hezkirin, ma bext û namûsa hinan jî ne di wan qutîkan de ye...
Giş di hezkirinê de za. Helwa û hesîre, rûnê qijilî, bastîq, şîranî...
Cil û kincên herî bedew tîrêjên roja bi çiyê şadibû bû; niha ku ba li ser sînga wan digere
hêvî li dayikan germ dibe ku ba hemî êş û xeman bi xwe re bibe lê xem li jiyana wan bûye parçeyên
hesinî,tofanên bê keştî bi rê ketine...
Li hewayê çivîkek...Hezkirin û tîna dil di kurahiya bêyek şîregermî de hêlînek
qirşik lê bişkovdayî...Pelek xwe li hêlînê serberedayî beredaye...
Por li hewrek spîçolkî di rengê çîmenên þaviyên Serhedê de...Li hewran xalek piçûk tê reşkirin
di xalê de jinek bi rê ketiye ...
Jiyan ne rêwitiyek sê royî ye; jin zarok di dest de kiriye ala pêşerojê û ji çemek biharan
bêtir bi xof li qutîkan diherike. Tayên pûrt ên ji baskên şkestî de datên bê xem li deryaya
jiyanên dibin mêvan.
Hevok di kena deryaya bi girî de ye; wek aşitiyê li jiyanê bûye tov...
Ziman li zincîrên jengarî arê li destê Kawa...
Ziman Pira Siratê di navbera bindestiyê û azadiyê de...
Li beroşa kedê bi ziman re hemî kirêtiyên kujer dimirin; niha li Hewlêr kena dayikek
dibe tirîjek û heya derpayizên Serhedê dibe pêsîrên dîroka pelweşiyayî....
Helbestname
Bi pencikan bi kevirên almastî ketine ku peyvên hevrîşîmî birêsin... Siwarê ziman, çemên hestan in hin jê ; kêr li birîna peyvan didin, xêlya reş ji ser eniyên gewer diavêjin, bi baskên hevrîşîmî ber bi welat ve diþînin... Dîsa ê ku însan di bin baran û bagera peyvan de şilftazî dihêle û hiş li însan dike hevîrê strayî ew in bi qasî bejnek rojê ji welatê xwe dûr...
Ziman li hember dagirkeriyê kirine kevir û pola.... Bi tevî van ê ku helbest li ser çonga însan dike biskên yara şîrîn û carna wek xezalek ji însan direvîne û bêhn li însan diçikîne carna jê jî însan diqehirîne ew dilê wan ê serberedayî ye...
Jê hin pênûs li bin dilên bi xem û birîn kirine hêlkan; peyvên wan peyayên kolanên Mêrdîn, bi şahidiya xwe derî li odeya bîranînan vedikin. Şingîna zengilê hin helbestan e li govenda pênûsan...
Ev bîstanek li geliyek kûr e; koremişk li zinaran asê dimînin... Reş li bejna vî zimanî nayê, ji rengê biharan dipişkive... Hewrek berfê ye li rojê dikele...
Riya warê talankirî li me dikişe... Pênûs di hin destan de ji Kaniya Qestel û konê Xanî de ketiye rê , li dû mêvandariya wêjevanên tayên por dan bistiyên darên azev di nav dil de bûye tîna xwîna ji dims şîrîntir...
Jiyan Evdal e, çav lê kor gotinên zîldayî li quling vedireşîne. Bi dev û didanan bi pêşa gotinan ketine ku çewkiyek li strana govendê germ bikin. Sî li baranê dikele. Jê hin Mem li şevbêrkan dinexşînin wek do xwe dabe hember Zîn û bikeve fikir û xeyalan e...
Hevanên li piþtan mane li ser tayek rizî; hindik maye dendik ji xaka tofan lê rabû di şûvên wêjeyê de bê çinîn... Ji we dûrtir ji me nêzîktir, ji me siviktir, ji we girantir...
Dû yê ji kuçikên li ber kevirên sîng lê parçebûyî hil dibe di şevên taletûj de li pênûsan temeziyek rengîn e ku sorespî lê ba dibe... Xan dikin ... bi can dikin... şên dikin ...
|
|
Heger rexnên te li ser vê berhemê hebin, ji kerema xwe re emailekê ji me re rêke:
info@amude.de
|
|