|

JANA SEYDA: Dayê

JANA SEYDA: Mehabad

EHMED XURSÎ: Sêcara Rojîn

EHMED HUSSEYNÎ: Amûdê

SELÎM BIÇUK: Ez diçim

SELÎM BIÇUK: DAWÎ

ADIL ALÎ: Çar Meh

YAŞAR KEMAL: Zaroktiya min li Anadolê

NELSON MANDELA: Rêya dirêj bo azadîyê

A. BERNIKOV: Avêtî

HEYBET BAVÊ HELEBÇE: Hozanyarî navbera Zerdeşt û Eristo

ERŞÎV

EDÎTOR
 LÊGERÎN
PIRTÛKA MÊVANAN
LÎNK
E-KERT
NÛÇENAME
METEOROLOJÎ
CHAT
SMS
WERGER
E-MAIL
NAVNÎŞAN
ALÎKARÎ

KURDISHMEDIA
KURDISTANICA
ENSTÎTUYA KURDÎ
MALPERA LÊGERÎNÊ


|
|
Dayê
Jana Seyda
Mistek baran
ji zivistana çavên xwe
bide min
da îşev tîbûna umrê xwe
bi meya evîna te bişkînim
Dayê
bêhna şewatê
ji lorînên te
dihatin
û Amûdê
weke pêteke agir
di payîzeke bêbext de
diçirisî
Dema te dergûşa min
dihejand
bi hezaran hîv
li ber
rûyê te yê sipehî
xwardibûn
da rûyê te tenê
salên min
rohnî bike
Bayê buhiştê ji singa te
difûriya
bi germahî
destare rojên min
digerand
Min li çavên te dinerî
dema hêsir weke
du stêrkan
têde dibriqîn
û weke pêlên derya xwe digihandin
peravê
ne pêlan perav
ne hêsrên te
herikîn
tenê
tîpin wenda û tî ji dilêmin
niqûtîn
Mistek baran
ji zivistana çavên xwe
bide min
da havîn ji dil
barbike
Mistek baran
ji zivistana çavên xwe
bide min
da pê bi pêlan re
şerkim
nizanim çima pêl
evîna te
dertînin
ez jî îşev
li ser vê
qûma sar westa
û bêkesim
tenê dayê
evîna te
û
derya
bi minre bêxwewin
|
|
|
|