 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
|
Dengê kultur û folklora Kurdî di internêtê de
|
www.amude.de
|
|
 |
 |
 |
 |
 |
|
 |
 |
 |
 |
Dosêya Leyla Zana
Amadekirin: Ferhad Ehmê (ferhad.a@gmx.de)
“Ez ji jiyanê hezdikim, lê bêrîkirina min ji dadmendiyê re mezintire.”
Leylayê
û tu li buharên BEXCE yê digerî……
û BEXCE bi qeyikên ji stêr û gulan li buhara xwe ya windayî digere..
li kolanên Amedê dipirse: Ma we buharek li vir nedît? Ma çavên we li
gerdeniyekê ji xunav û çûkan neket?
…..stêr û gulên xwe bi du xwe de dikişkişîne û diçe…
Me dît û me nas jî kir, wisa siwarên keşya NUH bersiva BEXCE yê
dan…me bi çavên xwe yên ko talankerên hemû sedsalan dîtin…bi çavên xwe
yên ji agir û berfê me ew dîtin…talankerên buhara me û te…
* * * * * * *
Di 8.12.1996 an de dadgeha parastina dewletê ya Turkiyê li Enqerê û bi tewanbariya
cudaxwaziyê 15 sal girtin da Leyla Zana. Ji bo bîranîna wê me ev dosêya ko ji çend
namyên ko Leyla Zana ji girtîgehê rêkiribûn çêbû ye amadekir. Ev name ji elmanî
hatine wergerandin. Bi hêvya ko em buharên xwe jibîr nekin,
emê we bixwendina van nameyan re bihêlin.
Pênasîna Leyla Zana
- Leyla Zana di 03.05.1961 ê de li Gundê BEXCE ko nêzî 20 km dûrî Silvan ji dayik bû.
- Di 14 saliya xwe re pismamê xwe Mehdî Zana kir, yê ko di 1977 ji bo parêzderya Amedê hate hilbijartin.
U piştî hatina leşkeran ser desthiltya Turkiyê ew hate girtin û îşkencekirin û bi 36 sala
girtin hate cizakirin. Piştî 9 salan ew ji girtîgehê derket. Piştî girtina mêrê xwe Leyla Zana
dest bi karê siyasî kir û pêre xwe fêrî tirkî kir û peymangeha tirkî ya dawî jî tewaw kir.
- Di 1988 an de 59 rojan hate girtin û îşkenceyek zor lê hate kirin ko heya îro jî nexweşiyên
ko encama wê îşkencekirinê ne êşê dikşîne.
- Di 1991 ê li ser lîsta (SHP) yê ji bo perlemanê hate hilbijartin.
Leyla Zana:
Ez ji jiyanê hezdikim, lê bêrîkirina min ji
dadmendiyê re mezintire.
Claudia Roth
Seroka fraktiona KESKAN li perlemana Ewropî de
Leyla delal,
ez pêşgotinekê ji pirtûka te re dinîvisînim, ji ber ez hêvîdikim ko
tê rojekê ne dûr karibe pirtûkekê bixwîne: Nema pirtûkek ji Girtîgehê, belkû
pirtûkek karibe li ser Kurdistaneke aştiyane biaxive.
Ez vê pêşgotinê dinîvisînim Leyla, ji ber ko ez ji te fêrbûm bê mêrxasî û hêz çine:
“ Ez ji jiyanê hezdikim, lê bêrîkirina min ji dadmendiyê re mezintire.
“ Te wisa digot. Tu ew jin bû ya ko ji min re şirovekir û ya ko min li ba
wê wilo pir dikarîbû têbigihêm bê çawaye eger tu mafên mirov tunebe.
Tu dizane, em yên li perlemana Ewropî û bi taybetî yên di fraktiona Keskan
de gelekî guftûgoyê li ser mafên mirov û yên hemwelatiyê dikin, lê tenê bi
axaftina bi tere, min bi rastî naskir bê çawaye eger dadvanîyek zîvîl û serbixwe tunebe.
U Leyla ez matmayî mam dema min ji te pirsî, çawa mirov dikare yekcarî hîn di nav kar
de bimîne eger yên herî baş bêne kuştin...bi têkoşerî te bersiv da:
“ ji bo her yekî û her yeka ko tê kuştin gelekên din têne pêş.
“ Tu li ser xweşiya xwe ya kesane tu carî ne axivî, ne we çaxê û ne îro
li girtîgeha Enqerê. Tişkî giringtir heye, te carekê got.
Wisa hevaltiya me ji hêla Omer yê heval û wergêr ve wergerandî,
destpêkir û min hestdikir ko ez bêyî wergêr jî ji te fêmdikim.
Destpêka sala 1994 an- tu girtî bû - û serdana te ji bo min qedexe bû.
Ez li wir bûm dema ko ew prozesa ko jêre prozesa xiyaneta mezin tê gotin
destpêkir. Ez li pêşî rûniştîbûm, min karîbû destê xwe bi alîyê
te ve dirêj bikra lê leşkerên çekdar di nav bera me de rawestiya bûn.
Tenê êvarî min te baş di televizyonê de dît, min rûyê te dît.
Di dema prozesê de min her û her hewildida ko serdana te bikim, lê rê ji bo
vê yekê nedan bi taybetî dema parêzerê giştî yê dewletê Demirel
cizayê sêdarkirinê ji were xwest û wî bi hovîtî dicûn dan te û hevalên te.
Li hember te û hevalên te yên tewanbar, wî got, ko ew rûmetekê kêmtir ji ya
li hember kuçkê xwe digre.
Ez dixwazim te li wir bibînim, ciyê ko pêwîste tu lê bî-li perlemanê.
U xewnek min heye: Tu li perlemana Ewropî biaxive û piştre
balyozê Turkiyê çeng bibe ser xwe û destê te bi matmayî bihejîne
û bêje ”Cendî başe ji mere ko jinên mîna te hebin.”
Claudia te
|
Wêne: Leyla li Amedê
çavkanî: Enstîtuya Kurdî li Parisê
Ji Danielle Mitterand re
31.03.1994
Danielle a delal û rêzdar,
ji wexta ko ez ji Parîs ê vegeriyam min dixwest ji we re binîvisînim.
Min dixwest sipsya we bikim ji bo mijûlbûn û piŞtgiriya we, lê wan
nehiŞtin ko em bîna xwe berdan. Di 02.03 an de…… dema ez gihiŞtim
perlemanê min naskir ko serokê partiya me Dicle hatiye girtin.
PiŞtî kêmî 2 deqeyan hevalê me Orhan Dogan li pêŞ çavên me hate girtin.
....Em di tirsnakiya rewŞê de dihiŞtibûn û me xwe vekiŞand hundirê
perlemanê. Em ta 04.03 an di avahiya perlemanê de man... Di 4 adarê de em birin
dadgeha parastina dewletê.. Di 17 adarê de dadgehêbiryar sitand ko me biŞîne
zindanê.
Dayika min î delal, ez pir kêfxweŞim, ko hûn ji min re ”keçka min” dibêjin.
Ew çi bextyariye ko miriv dayikek wisa têkoŞer hebe, ya ko ji bo milletên
bindest ko ji bo azadiya xwe Şer dikin, xebatê dike..
Ez dixwazim ji were hîn tiŞtekî bêjim, ko min di jiyana xwe de tu carî
rêya hêsan nehilbijartiye. Ew rê her yek dikare li ser here.
Ya giringtir, serkeftina li hember zehmetiyane. Li welatê min wê bhayê aŞtyê,
azdyê û biratyê pir bilind be. Em jêre amade ne. Eger pêŞî aŞtî
hat wê çaxê emê bikaribin bighên biratiyeke rast....
Ez dizanim ko hûn gelek tiŞtan ji bo dikin, ji ber wê jî ezê gelekî
ji wextê we nebim. Ezê hewlbidim xwe layiqî milletê xwe û xebatkarekê
azadyê mîna we, derxînim.
Di gel silavan
|
Wêne: Leyla, keça wê Ruken, lawê wê Ronay, Mehdî Zana û dîya wê
çavkanî: Akakurdistan
Ji keçka min Ruken re
14.05.1994
Keçka min ya delal,
Di rojekê mîna vê rojê, di 14.05.1981 an tu hatî ser riwê dunyayê.
Tu di wextekî de hat ko tê de gelek problêmên min hebûn û te min ji îşê
min dûrxist. Ezê tu carî ji bîrnekim bê çawa te çavên xwe vedikirin û çawa
ez pêre digriyam, çimkî ez bi tena xwe bûm di nexweşxana zabûnê li Enqerê.
Min j xwe pirsî çima divî bû ko ez kêliyên herî dijwar di jiyana xwe de bi tenê
derbasbikim...Li vir ez bîst salî bûm, bi du zarokan û bêyî kesekî ko guhdanê
li min bike. Piştî çend deqan min dev ji girî berda û min ji ber xwe şermkir.
Ezê tu carî nehêlim ko ez bişkim, serê xwe rakirî bihêlim û ezê bi tenê jî rêya
xwe bibim serî. Min destpêkir nav di xwe bidim...Pewîst bû mirov berxwedanê bike û ev
berxwedan yek dilî û jixwebawerî dixwest. Her tişt buhayê wî heye.
Min di jiyana xwe de ji bo her tiştî buhayek pir mezin da. ...
Dilê min î delal, ez ji tere dinîvisînim ne ji bo ko ez te xemgînbikim.
Lê jiyan nayê parskirin, pêwîste mirov zanibe çawa li berxwe bide.
Eger mirov ev yek nekir wê jiyan zorya wî bibe. Ez ji xwe re hêvîdikim
ko tu gelekî hîn bibî, ko tu gelekî bixwîne, ez bi her hawî naxwazim ko
tu bê perwerdekirinek zanistî bimîne. Pêwîstya her mirovekî bi zanistyê
heye. Hê jiyana te tev li pêşya te ye, tu dikarî qîmetekê bidyê,
eger tu karibe wê bi tevayî ûbi bîrewerî bijî.
Keçka min ya delal, ...tu dikare problêmên xwe çareserbike tenê gava ko
tu bi hinekan li ser wan biaxive. Eger tu li ser wan naxive wê zortir
bibin tanî ko tu nema karibe wan hilgire.
Bi çi kêfxweşyê ezê di vê roja bextyar, di roja jidayikbûna te
li ba te ba ma! Lê xwe ji ber wê xemgîn neke, hê jiyanek pir dirêj li
pêşya me ye. Emê gelek jidayikbûnan pevre derbaskin.
Ez hêvya şahiyeke xweş ji tere dikim û te pir himbêzdikim,
dilê min!
Hezar maç!
Dayka te gelekî ji te hezdike!
|
Wêne: Enstîtuya Kurdî li Parisê
Li ber dadgeha parastina dewletê
05.08.1994
Beşek ji axaftina Leyla Zana li dadgeha parastina dewletê li Anqera yê.
Ev axaftin di gelek rojnameyên cîhanî de , mîna Liberation ya ferensî û NRC
Handesblad ya holendî. Herweha Times û Independent yên londonî jî belavbû.
Dadvaniya polîtîkî li Tûrkiyê xwedî traditioneke dirêje. Piştî her
nakokiyekê ji yên leşkerên dewletê, polîtîkvan û her weha şalyar
û endamên perlemanê jî, tên girtin û derbasî girtîgehê dibin.
Lê tevî vê yekê jî, prozesa li dijî min û hevalên min yên kurd yên
endamên perlemanê domdike, tiştekî nû ye di dîroka dewletê de.
Yekemîn care ko nûnerên millet yên hilbijartî û di bin siya xwedêkiravî
hikumeteke zîvîl de têne girtin û ji ber nerînên xwe cizayê mirinê
wergirtine. Tiştekî vê prozesê bi tu yasa û bendan ve tune ye, ew bi
tenê prozeseke polîtîkî ye. ….
Ez bi her hawî ne ya bi tenê me ya ko li ser hebûna Kurdan diaxive.
Serokê mirî şzal bi şêweyekî eşkere ser hebûna
“ diwazde milyon Kurd li Turkiyê” axivî û eşkere jî guftûgo kir
li ser çareserkirineke ji vê kêşa temen dirêj û di nav re
li ser hikumeteke federal.
……Di navbera 1806 an û 1937 an de milletê min di çeşnê 28
serhildan û raperînan de, hewil da ko azadiya xwe bi destxîne.
Ji xwe serok Demirel bixwe tevgera kurdî ya nû mîna “serhildana 29”
an destnîşankir.
Mustefa Kemal wekî gava pêşîn piştî avakirina komara xwe,
danîna destûrekê da ber çavên xwe ko li ser bingeha nationalisma
turkî û ne erêkirina hebûna kurdî bê avakirin, ji bo bivî hawî
“dewletik netewî turkî” avabike. ….
Destûra 1924 an bikaranîna zimanê kurdî û zimanê din yên ko li Turkiye
bi wan axaftin dibe, ji bilî yê Tirkî qedexe kir.
Ez yekemîn afreta kurdim ko ji bo perlemanê tê hilbijartin.
Aniha divê ez bitirsim ko ez ji ber baweriyên xwe, ji ber ko
min ji bo azadî, demokrasî û çespandina pêwîst ya hebûna gelê
xwe kar kir, cizayê mirinê bistînim.
….. Hikûmetên rojava careke dî ji ber berjewendiyên xwe yên bazirganî
bi Turkiyê re bê deng dimînin, mîna ko ew berî niha li hember
Iraqê jî û ji ber heman sedeman bê deng man dema Kurd li wir
dihatin qirkirin……..lê ez li hêvya piştgiriya hevalên xwe
yên perlemanterim, pasvanên mafê derbirînê û ya xwîşkên xwe
di tevgera jinên cîhanê de.
Wêne: Gotina Leyla y dawî li perlemanê Tirkî
çavkanî: Akakurdistan
|
|
|
Daxwaz, rexne û peşneyarên xwe bişîn ser vê emailê:
info@amude.de
|
copyright © 2002
[ ]
|
|