AMUDE.DE - NAVENDA ÇANDA KURDÎ
www.musesana.de www.amude.de www.kurdishculture.de
fffffff
amude.de
 
 
Helbest
Çîrok
Werger
Ramyarî
Huner
Mûzîk
Rexne
Pirtûka Mêvana
Archîv
Lînk
Erebî
Elmanî
Êdîtor
Webmaster
 

Nûkirin/Revised:
21.2.2001


Nivîs 4

 
NIVÎS - Kovara mehane bi zimanê kurdî û erebî
Hejmar 4                          22.02.01-21.03-01



Dastana Şêx Ehmedê Huseynî

Ehmedê Huseynî
ahmad.hussayni@nefel.com

I

Wê êvara ji beybûna lêvên axê, di pêçeka velerzîna tawanbar de, di hêlana hesretê de, lorînên çolistanê ji ber dikirin û temenê xwe yê ji çel û sê sirûdan li ber zingezinga lingên babelîskan radixist.
Ewrên mêşinî û sergerdan, dûya cigereya şevê ber bi henasa gulhinarên çarenûsa wî ve, pêl bi pêl, dihat û zîvê vebêjiyê bi ser xêzên rûreş de diherikî. Peykerên ji tem û morana xatirxwestinê, di bîbikên mest ên tavsorkê de bilind dikirin. Bajarê xwe yê ji tûyên şermende, pîrevokên ji bîhokan û darên xwe yên ji kirîstala diltengiyê, xwîna hirmî û hejîrên xwe, serpêhatiyên nîvçe û çîrokên şkestî yên bêzariya evîndarên xwe, wek rengên tûj û serberdayî yên xeftanê dayika xwe, radipêçandin, û di terkên zêrîn ên tawanbariya kewên temenê xwe de, vedişartin.
Li tenişt şevbuhêrkên dastanbêjan babelîskên qayîşkêşana xwe berhev dikirin, li ser tixûbên bê alî yên ferhenga westanê, amancên xwe bi dar vedikirin, li nik asîtana dilsoj a bêbextiyê li xwe mikur dihat û wêneyên xwe, yên gerikî, di ayîneyên tozê de dixwendin.
اAvên mirinê, yên dûrbîn û ronak, bi jena dilan didîtin lê ji çerxê bawer nedikir.
Destên goristanê, yên pîrozmend û narîn, bi guhan dibihîstin, lê rûyên sedreng ên giryanê nas nedikirin.
Dilovaniya kêlan bi ser ebrûyên peyvê de dirijiya lê hestên xwe ji xwe nedikirin.
Aferîn ey aferîndeyê azara awazamêz!
Aferîn ey ahoya hoyên asan yên serîhildana tûtinê!
Aferîn sed aferîn Şêxê gulan aferîn!

Li cihekî ji van cihên asê yên keleha hişê xwe, li şûnşopa darbişkêvên nalînê û li pirtûkên dadmendiyê digeriya. Kuçeyên bizdayî yên stiranê û îstgehên birîna xwe bi hesteyê dîroka tozê vêdixistin û li ser keviya tûj û giyankuj a darêjgeha evîna xwe, pêrgî gulistana rûyê tobedar ê Şêxê Senan dihat:
- Ew dilê reben çima wisa di nav destê te de dilerize Şêxê gulan?
- Daspartina "Sîpanê Xelatê" ye, ez dê mîna serpêhatiyeke kesk, bi rimbazên "Atînayê" re, ber bi dargerînka zimanê "Hîrodots" ve bihinêrim. Ez dê tembînameya kulîlkan ji boyî hejariya "Diyojînos" ragihînim.
- Zimanê xwe ji lîlava dîrokê dawerivîne û keskesora xewna xwe di gizingê de hînî himbêzkirina jiyanê bike Şêxê gulan!
- Jiyan newêrek e kurê min, xwe nêzî rivîna gotinan û derbirîna gazinan û sermestiya welatan nake. Eger berê xwe nedim Ermenistanê, dê rasteqînî ji xewa giran a Stokholmê hişyar nebe, dê mîrê evînê, di xelwetgiriya xwe de, li bin guhê gumanê nekeve û dê keziyên "Selma"yê bi çavlirêmanê nehûne. Dê serdema pêxwas û bazirgan û sextekaran li xwîna te mikur neyê!

Av, ba, agir û tîniya axê û hespên taristanê. Qirçîna parsûyên tarawgehê û sergomiya di bixûr û di xwelîrengiya esmanên tenhatiyê de.
Li vir, li kurtepista wêneyan guhdarî dikir û di bêt û nêta berbeyaniyê de diqurmiçî, diqermiçî. Destnivîsên mişext û evînbazan ji giraniya sîbera demê dadiweşandin û bîna binçengê jinan ji pişkên êvara xwe re dinasand.
Zemawendên dapîra te diherifin û mizgeftên hebûna te nayên zeft kirin.
Serê dastanê bi gulava gulan dişûşt û berzûrî gulvedana kenê dayika xwe dibû. Çûkên kêfê ji sînga wî difiriyan û mewîjên xalê wî li pey heyva sînoran digiriyan. Guliyên gawirane yên sirûdê bi hineya seferê dinimandin û ber bi dastanbêjan ve sernişîv dibû:
- Tizbiya te ji karbanên bendemanê ye?
- Nexêr, ez ne karban im, keskahiya sistegavên zimanê te û govendgerê agirvedana giyanê te me!
- Lê "Ermenistan" di kela kîla dilê min de gazî karbanên
helbesta te dike.
- Ez avbest im, spîndara gewriya "Biyazîd" im û nimêjgeha dengvedana "Nîşanî" û zingîna bendên wiryayî yên bazbenda "Nalî"yê bengîn im!

Gulgenimên temenê wî zer dibûn û li ber tava regezperest a dastanê diseridîn. اTavên wî ji rûyê wî diketin û tevna zimanê wî rakêşana kêferatê haş dikir.
Li vir dimînim. Li vir, wek ko cara pêşîn dê mirin ji dayik bibe, dimirim. Li vir dilê xwe pêşkêşî mijê û kulên xwe radestî bûkên xemsar ên deryayê dikim. Her li vir, di darbesta dilê xwe de, pendên "Odîsyos"ê sergerdan werdigirim û li ser eniya "Trawda"yê dîlana agirperestan li dar dixim û berî ko bibim keleka demê, dimirim.

Berê şewata xwe dida kontara çiyayên ji serhişkiya kewan û ji poşmaniya keştiyên pêxemberên gîha û çirayên şîn. Bi hevîrê tirsê dilîst û bi qulingan re dipeyivî. Çel û sê salên kovandar, bi herikîna zivir a demê, dixurandin, û riha xwe ji ber devê riya bagerê dida alî. Zaroktiya çiyan di çermê wî de fêrî çarpiyan dibû û şkeftên kûvî ber bi gurmîna viyana wî ve dihatin.
Stiriyên hawarê di xewna wî de dadiçikiyan û nasnameya xwe ya hovane dida ber zixtên nermebaranê:
- Tu ji bo çi rûperiyên êş û "Zîn"ên giryanê hildibijêrî Şêxê gulan? Dipirsî û xwe dispart zimanê gulwaza gerdeniya "Cûdî"yê dilovan.
- Li vir roavahî şehîda dîrokê ye û di lajewerdiya tîr û ter a sawê de hişmendiya peyvê radipere. Min nedixwest baskên rojê di xwîna min de hîmên evînê damezirînin, lê sirûda dengê min û xoşxwanên pêlên bêdengiya min û salên pîremêriya demsalan, di rehên vî çiyayî de dihêwirin û geş dibin!
- Û berbiskên dastana te yên ji erxwana cengê, yên ji pêdarî û bîntengiyê, yên ji cegerdarî û halanê, Şêxê gulan?
- Tu tişt ji peyvê erzantir nîn e. ji xwe bipirse, ji xwlîdanka temenê xwe û ji dengvedana bêcir a şehîdên doza şahberûyan. Ji nivîskarên "ji nişkê ve!!" yên "Stokholm"a paytext.

Di pirtûka veçiryayî de li taxa jorîn a hişê xwe digeriya. Li bîra gund û li werîsê jiyanê û li çirika çîrokên qedexe. Li kadîna razên xwe û li pîrozbahiya maça xwe ya pêşîn.
Kunciyên bejî ji ser pîtanokên nîveroja Botanê dimalandin û şarezayiya çêjwergirtinê di memikên "Amed"a nexweş de nas dikir. Li pey rewrewkê ber bi efsaneya rewrewkê ve diçû. Rondikên hetavê li çolistanê direşandin û "Toros"ê hêmin di wêrekiya maçê de ber bi xwêdana xwe ve radikişand.
Bi tena serê xwe û bi stêrkên dilê xwe dihat û li ber desthilatiya bîranînên xwe radiwestiya.. Rûyekî ji kevir, navekî ji kevir, warekî ji kevir, baraneke ji kevir û Amûdeke ji kevir.
Dipeyivî û nedipeyivî. Dima û nedima. Dimir û nedimir. Dipa û nedipa. Didît û nedidî. Dibû û nedibû.
Dibû dû, dibû ardû, dibû berbû û
hechecîka seferê jî dida dû.
Çاel û sê salên wî bi çargavkî dihatin û di gerdeniya "Çarçira"yê de wenda dibûn. Bişaftina "Qazî Mihemed"ê matmayî, matmayîna wî dorpêç dikir. Ji destê bîrtûjiya xwe direviya, xwe davêt himbêza dayika xwe û li rêzên rêzdar ên cendekên ronahiyê dizîvirî.
"Keyqobad"ê vewestanê toza "Nînewa"yê bi xwe re dianî û xweşmêrên "Soparto"yê govenda dawî li ser zikê "Çaldîran"ê li dar dixistin.
Pinpinîkên keftelefta "Berzanî" diwestiyan û li giriyê zersoninên "Pîran"ê dipirsîn.
Bes e! Reşgirêdana te payedariya gerdûn reş dike.
Bes e! Tovê gumana te nalîna pirsê geş dike!
Bes !. Zeviyê bîra te ewrên bîrê dabeş dike.

Cih cihê min e, ji balendeyan re digot.
Dudiliya min gergerînek e, lê goşiyên peyvê û rûpelên qonaxê ji dayik dibin, ji salên xwe re digot.
- Çiyan bi alên xwe yên spî daketiye û tu jî bi giyanên mirî û bi şengebiyên talanê, dadikevî?
- Ez xwîna nûrijyayî ya neviyên xwe bi xwînê dipesinînim.
- Xwîna xwe ji nimêja eşqê biparêze?
- Ez li vir im da ko jiyanê bikujim.
- Lê çima tu di nihalên gizingê de nehwirînê bi kar tînî?
- Piştevanê rezên qîrîna xwe me.
- Û Şêxê çarenûsa dilberan?
- Li wir, li pey sîberên hovane yên demê, li pêjna bareşa giranbuha digere.

ŞÊXÊ SENAN:
Were xwe nêzî teqîna dilê min bike, neynûkên şeva xwe ya aziryayî di mista min de bihêle û asoyên vedîtina xwe di esmanê nostaljya min de berfirehtir bike. Çel û sê salên xwe bi hişê min ve baş bidrû û deryaçeya axîna xwe di bêdengiya xatirxwestinê de bilorîne. Sergêjahiya xwe hînî gezoyê bike û şîrikê zimanê xwe bi bilindgoyan biparzinîne.
Arezû min diêşînin û nefelên li xwemikurhatinê di xewna min de ber didin:
"Kovanên mihirdaran
Bê hed û bê ijmar in
Tîr tên ji hesaran
Sed car û sed hezaran
Xedengên di nûbaran
Nihên li dil dibarin"

ŞÊX EHMEDÊ HUSEYNÎ:
Li bin siya darê, dara hinarê, diya xwe tûre dikir û çirûskên kurdistanê bi ser metirsiya wê de dipijiqandin. Diya ku bi teşiya xwe goreyên qederê dirist û bi dilbijandin li ponijandina bavê wî dinêrî. Hêveron vedixwar û cihê xwe di goristanê de agadar dikir. Bilaçemkên surdariya wê li bin guhê kovna jiyanê diketin û bindeqên bişirîna wê dişikandin. Çavên wê dixwestin tiştekî û rondikên sincirî dixwestin tiştekî dîtir bibêjin:
Tîrêja awira dilber
Wek rima destê rimbaz e
Bi naz û sema û leşker
tête xwînê şubhê baz e
Min digotê ey gulîzer
Dil mirina xwe dixwaze

ŞÊXÊ SENAN:
Rêçên Erministanê di sêdarên bêrîkirinê de dest bi xwekuştinê dikin. Ez dê di navbera mirin û jiyanê de darên xwe av bidim û lêvên qerisî yên yara xwe bi şînahiyê bixemilînim. Ez dê gurîna sirûdê radestî guliyên dadayî yên sersomiya te bikim û ez dê razên evîn û dînbûna xwe li ser keviyên awirvedana "Mezopotamya"yê raxînim. Di wê kêlîka beravêtî de, dê firişteyên dîrokê xwe ragihînin axînkêşana te û dê giyanê te li ser devê kêrê bireqise.

ŞÊX EHMEDÊ HUSEYNÎ:
Ez dê co û bercoyên temenê xwe di ariyê de raperînim û pêlên ji kefa demê di zimanê xwe de perwerde bikim. Ez dê sûlavên hedana xwe, di pêçeka xweristê de rût bikim û kendavên laşê wê ber bi berçavka tenhatiyê ve rakişînim. Hingûr bi hingûr, nîr bi nîr, çÎmen bi çîmen, perjanbi perjan, sawîr bi sawîr, rojgar bi rojgar, ez dê şekirên zimanê te bixwînim û hespê xwe bi zîn û rikêb û lixêvên şevnemê rapêçim û ber bi dilbijiya mûmdanka te ve bigindirim.

II

Wê êvara ji beybûna lêvên axê, sirûda şaneyên wî zuha dibû, "Asxîlos" rêçên bêhûdeyiyê kedî dikirin û goştê keroş‏ka qederê dibiraşt.
Esman diderizî, barana zaroktiyê diliviya, xwelî dibariya û dengê dastanbêjan dihate birîn. Şînîgirî di dergûşa xwe de diqîriya û dayika wî lîlandinên bayê bertavê ji bîr dikirin. Goristaneke bênav bo xwe ava dikir û bi kefenê birayê xwe digirt da ko evînê bi xwe re nebe.
Li îkoneya dîwêr temaşe dikir û serê xwe li ser kevirên gorê datanî. Mirî dihatin. Birayê wî dihat. Diya wî dihat. Hevalên wî dihatin. Xunav dihat û tizbiya bavê wî dihat,
lê ”Şêxê gulan" nedihat!
"Asxîlos" nedihat!
"Kafafîs" nedihat û "Îsakayê" bêriya pêjna xweliyê dikir, li helbestan dipirsî.

Li paytextan, wek ko cara dawîn be, temaşe kir. Dilê wî bi tinaziya wêneyên nivîskarên Stokholmê şewitî.
Li wêneyên rasteqîne yên serdema Şêxê gulan geriya û got:
Dibstan dibin"Qereqol!!" Şêxê gulan!
Yadîgarî dibin çol Şêxê gulan!
Mirov dibin sol Şêxê gulan!
Pênûs dibin dahol Şêxê gulan!
Evîna te jî dibe tol Şêxê gulan!

Di heman êvarê de, gezgezoka temenê xwe û di heman mirinê de, cegerdariya evîbazan bo nîgarkirina nexşeya çiyayên şîniyê hest kirin, çel û sê goristanên westyayî ji sînga xwe berdan û bi hêminî pêçeka xwe pêça û lorîna xwe lorand û pênûsa xwe şkand û di nav porê hevrêşimîn ê "Birca Belek" de pêrgî dastana xwe ya rizyayî bû.

Stokholm 22. 07. 2000

Copyright © 2000-2001 amude.de and Sîrwan, All rights reserved.