AMUDE.DE - NAVENDA ÇANDA KURDÎ
www.musesana.de www.amude.de www.kurdishculture.de
fffffff
amude.de
 
 
Helbest
Çîrok
Werger
Ramyarî
Huner
Mûzîk
Rexne
Pirtûka Mêvana
Archîv
Lînk
Erebî
Elmanî
Êdîtor
Webmaster
 

Nûkirin/Revised:
21.2.2001


Nivîs 4

 
NIVÎS - Kovara mehane bi zimanê kurdî û erebî
Hejmar 4                          22.02.01-21.03-01



Çend helbestin bi kul

Abdulbaki Hussaini

Zanîn

Evîna penaber

Çiqasî dixwest
nêzîkî axa yarê be
da bêhna wê
bi nazenîn bikêşe....,
çiqasî dixwest
ku simpola wî
li ser zeviya xemgîn diyar be
li asmanê Qamişlo stêr be..,
lê dûrîyê..
ew di tevnêd xwe de
windakir
tîrêjên wî kirin bîranîn
û dîrok.

Qehwa serê sibê

Li pêşberî xanima xwe
Şermezarim..
Li ber nediyarbûna pêşerpjan
Hejarim, bêzarim..
Li asoyê azman dinêrim
Tengezarim
Dipirsim;
gelo wê kengî sibeh bê?
Ku ez û xanima xwe
Qehwa serê sibê binoşin,
vexwin..
û di binê fincanê de
hespê bextiyarîyê
bibînin.

Xewna rewrewk

Dema çavên xwe
ji xewna gelemşe vekir
çarika reşîyê tev çirand
wê çaxê..ew û yara dil bikul
li hevdû civiyan..
û qunaxa dûrbûnê
himbêz kirin..
Lê tu kesî bêhna wanî pizot
sar nekir
ji bilî rewrewka
deşta Mêrdînê
û hingûra çiyayê Torê





Abdulbaki Hussaini
Copyright © 2000-2001 amude.de and Sîrwan, All rights reserved.