AMUDE.DE - NAVENDA ANDA KURD
www.musesana.de www.amude.de www.kurdishculture.de
fffffff
amude.de
 
 
Helbest
Çîrok
Werger
Ramyarî
Huner
Mûzîk
Rexne
Pirtka Mvana
Archv
Lînk
Erebî
Elmanî
Êdîtor
Webmaster
 

Nkirin/Revised:
21.1.2001


Nivîs 3

 
NIVÎS - Kovara mehane bi zimanê kurdî û erebî
Hejmar 3                          21.01.01-21.02-01



Gulleya Daw ji Şna Mem

Tengezar Marînî

Daw ji Şna Mem
Ji dûr ve, tû, av hatî.
Vaye, ezê xwe çîrok di zikrata dawî de, bo te verêjim.
Viyan e, ji gulleya mijê.
Dema xewa te nehatiye;
Di daketina min de, aheng hildikişe!
Xumam dibişire.
Li ber nalîna gulê, radiwestî..
-Lavija xwe ya dawî,
ji zerezenga keserê,vejîne;
Ev fîxana dûrbûna te ye,
ji tarîka mista min e..
Nesrîna vê bobelatê ye, ji agirê bejina te;
sergêjiya avê ye,
ji işqa min te sberan seqa dike;

Sultanê meya te ne, tiliyên min.
Li ber dergeh xud işq e.
Dora te nehatiye û mêbûna te, tovê havîneke jixwebawer e;

Balindeyên bendewariyê ne,
ji lerza bêrîkirina min dibin neynik.
Min vegerênin dengê wê.
Ez xwe bi ramûsanên te badidim.
Ji henasa berbejina te re, heyranok im.
Befr im, di nivişta evn de; Ji ba re, axîna zimanê çîrok û çîvanokan im.
Rêwingî me, ji aramiya Memê himbiztir im!
Ji Keservedana te, cama min mişt e;
Dîtina te.. gulav e, ji asoyan zer e.

-Hilçene
Te himbêz dikim û hinar berdidim.
Min ji kurte-pista xwe re, veşre.
Hêviya gula berbero ye.

Ey...
Gula ji bciriy xwe naşo,
ez heyvanê te me.
Ji leylanê, sîkê bide min û wêne ji xwe re bibe.
Ji pîjên girnijîna te, rêwingî me.
Ji susireta, mêrg û çîmenên te, bê sipîndar, govê digrim.
Dengê min, vedenga dillêdana te ye.
Ji ax re, nev me, şn im, dn im...!
Nelivirbûna te, birîndariya min bi çarik dike
Li se rêçên te, qehwe me.
Tu fala koçberiyê û qeymaxê xatirxwestinê yî.
Di deng min de, şn , srih .
Ji dtina te, şevnan, serxweş ber bi oxir dikim
Sebr û henasa min,
bo stra mirin ji weşiyn destpkan re bidim hev,
kenar min hilweşne.
Ez ba me.
Tiliyên xwe ji çîroka sefera Memê, dixemilênim.
Gurniy serphatiya şeva gon ye,
-gula mirinê bo min bihêla.
Di şikefta Payzokan de, matmayna oqyanosan, tevlhev dikim.
-Lavija te ya berdawî ye:- Memo
Ji xilmaşiy, min bide hev.
Min bispêre Kulîna Kelehê,
da xunafa Cebanan tev bibin silava gul û indekoyan!!!
Tengezar Marînî
Copyright 2000-2001 amude.de and Srwan, All rights reserved.