22-10-2002
Mîcrosoftê bersiva erênî da Kurdan
ENQERE (DIHA)- Fîrmaya Mîcrosoftê ji bo daxwaza kampanyaya Wîndowsa Kurdî bersiva erênî da.
Berpirsên fîrmayê bersiva nameya ji beşdarên kampanyayê Ergîn Gurses da û diyar kir ku wan
daxwaza kampanyaya Wîndowsa Kurdî watedar dîtiye..
Berdewam bike..
|
|
22-10-2002
Semînarek li ser rojnamegeriya kurdî di Paltalkê de
Roja çarşemê (23.10.2002, demjimêr: 21.00 li gora dema Ewropa)
dê edîtorê rojnameya AVESTA, Dilbixwîn Dara, bibe mêvanê Koçka Dengên Azad
di PALTALKê de.
Babeta semînarê dê rojnamegeriya kurdî be.
|
|
21-10-2002
EHMEDÊ HUSEYNÎ: "Ez nema helbestê dinivîsînim!"
Îro hejmara NIVÎSê ya 21ê derket.
Di hevpeyvînekê de ko NIVÎS bi helbestvan Ehmedê Huseynî re
kiriye, Huseynî dibêje ku wî berî du salan
biriyar dabû ku êdî bes helbestê binivîsîne.
Fermo berhemên NIVÎS 21 bixwîne:
NIVÎS 21
|
|
19-10-2002
Hejmarên QENDÎL 11 û 12 derketin
Li Elmaniyayê û ji weşanên "Qendil Publishing &
Info Centre" cotehejmar ji kovara QENDÎL derket.
Rojnameya QENDÎL berhemên bi zimnaê kurdî
û erebî diweşîne. >>>
www.qendil.de
|
|
18-10-2002
Stêra tîma yana Cîhad Heysem Keço çû ber dilovaniya Xwedê
Roja 16-10-2002, demjimêr 7.30ê êvarî, dema ku tîma yana Cîhad ji Qamişlo ber bi
Dêra Zorê ve diçû ku li wir bi tîma bijarteya yana Meyadîn re bilîze, berî
ku bighêjin Dêrê bi dor 40 km
Berdewam bike..
|
|
18-10-2002
Di paltalkê de semînarek li ser Kurdên Sûriyê
Roja şemiya 19.10.2002an, demjimêr: 22.00, semînarek digel
Dr. Ebdilbasit Seyda (Uppsala, Swêd) di KOÇKA EVÎNA WELAT (Paltalk)
pêk tê. Babeta semînarê dê Rewşa Kurdên Başûrê
Rojavayê Kurdistanê be.
|
|
17-10-2002
Lîstekvanê Al-Cîhad HAYSAM KEÇO koça dawîn kir
Di roja çarşema 16.10.2002an de lîstekvanê kurd HAYSAM KEÇO
yê ko di kluba fotbolê Al-Cîhad li bajarê Qamişlo dilîst
di qezayeke trafîkê de jiyana xwe winda kir.
Berdewam bike..
|
|
15-10-2002
Li ser Malpera Amûdê çend gotin
Mapera Amûdê saleke din pîr kir. Belê saleke din pîr kir lê barê wê girantir bû.
Berpirsê Amûdê jî bi vê yekê dizane û wisa diyar e ku wê Malpera Amûdê di sala nû
de baştir bike...
Berdewam bike..
|
|
15-10-2002
XUNAV û HELWEST - du kovarên nû
Kurdên li Rûsiyayê dest bi weşana du
kovarên nû di toreya internêtê de kirin.
Hejmara 0 a herdu kovaran di malpera GRKUND de hatin weşandin.
>>>
www.grkund.h1.ru
|
|
09-10-2002
Guftûgoyek siyasî di Koçka Qamişlo (Paltalk) de
Roja 12.10an, demjimêr: 22.00, guftûgoyek siyasî
di Koçka Qamişlo de li ser "tevgera kurdî li Bakurê Kurdistanê
û rola wê di nava Kurdên Sûriyê de" pêk tê.
Mêvanê Koçkê dê AKIF HESEN be.
Bo têkiliyê: qamishloo@hotmail.com
|
|
09-10-2002
LI SER INTERNETÊ QÊRÎNEKE KURDEWARÎ
Ev maweyeke ku Malpera Amûdê di nav cîhana nîgaşî ya kurd de roleke
taybet dilîze.
Şayanî gotinê ye ku bi kiryarên xwe ev malper, di zûtirîn katê de bû delalê ber
dilê kurdîguhdar, kurdîxwende û kurdînivîsan.
Berdewam bike..
|
|
09-10-2002
Semînar li ser rewşa Kurdan li Kurdistana Sûriyê
AXAFTVAN: Dr. Ebdulbasit Seyda
DEM: 12/10/02 - demjimêr: 15.00
CIH: Komela Kurd li Eskilstuna (Swêd)
Amadekar: Komela kurd li Eskilstuna
|
|
09-10-2002
Evdile Koçer 'GOVENDISTAN'ê imze dike
Nivîskar Evdile Koçer dê roja 12ê vê mehê de,
demjimêr 15-18,
li 'Beşiktas Kitap Fuari'yê (li rex îskeleyê) li Stenbolê pirtûka
xwe 'GOVENDISTAN'ê imze bike.
Amadekar: Weşanên Pêrî - 0.212.2514901, 0.542.5343608
|
|
08-10-2002
Hejmara PÊNÛS ya 11an derket
Li Elamniya û ji weşanên Yekîtî ya Demokrat a
Kurd li Sûriyê - YEKÎTÎ (Rêxistina Ewropa) kovara PÊNÛS
bi hejmara xwe ya 11an derket...
Berdewam bike..
|
|
07-10-2002
Veyrûsa BUGBEAR belav bûye
Di vê demê de veyrûsek bi navê
BUGBEAR bi emailan belav dibe.
Li gor agahiyan, xetera vî veyrûsî pir mezin e
û niha li Ewropayê belav dibe...
Berdewam bike..
|
|
07-10-2002
XELATA NOBEL 2002 - PIJÎŞKÎ (medicine)
Civîna NOBEL li Enstîtuya Karolînska (
www.mednobel.ki.se) îro biryar da ko
xelata NOBELê ya pijîşkiyê (medicine) a sala
2002an bidin Sydney Brenner, H. Robert Horvitz û John E. Sulston..
Berdewam bike..
|
|
02-10-2002
Rêya (Düsseldorf-Qamişlo-Düsseldorf) nêzîk vedibe
Di hejmara xwe ya nû de, rojnameya ALAHALÎ IRAQ (
www.alahali-iraq.com) nûçeyek li ser vekirina xetek
navbera bajarê Elmaniya Düsseldorf û Qamişlo weşand.
Berdewam bike..
|
|
26-09-2002
DÎWANa Ehmedê Huseynî derket
Bi navê DÎWAN ji alî weşanxaneya Avestayê ve li Stenbolê,
hemî berhemên helbestî yên helbestvanê kurd Ehmedê Huseynî
wek BERHEMÊN GIŞTÎ, di 26ê îlûna 2002ê de, derket.
Berdewam bike..
|
|
02-10-2002
Weşanxaneya Deng li pêşangeha Frankfurtê ya pirtûkan
Ji 9-14ê vê mehê li Frankfurtê li Elmaniya
pêşangeha Frankfurtê ya pirtûkan li dar dikeve.
Weşanxaneya DENG îsal pirtûk û berhemên kurdî
pêşkêşî xwendevanên cîhanê dike...
Berdewam bike..
|
|
02-10-2002
Şevek hunerî digel hunermend Birader
Koçka Qamişlo (Paltalk) şevek hunerî digel
hunermendê kurd BIRADER di Paltalkê de li dar dixîne.
DEM: 03.10.2002, demjimêr: 22.00-24.00
Koçka Qamişlo:
amude.com/qamislo
|
|
29-09-2002
Semînarek li ser nasnameya Kurdên Sûriyê
Bo bîranîna serhijmara ko di sala 1962an de li herêma
Cezîrê li Başûrê Rojavayê Kurdistanê
pêk hatibû, "Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê" roja 05.10.2002an
semînarekê li Stockholmê li dar dixe.
Berdewam bike..
|
|
23-09-2002
Rewşa jinên kurd li Ewropa di semînarekê de
Koçka Ahmedê Xanî (Paltalk) semînarekê li gel
nivîskar QADO ŞÊRÎN li ser rewşa jinên kurd li Ewropa
pêk tîne.
DEM: 26.09.2002, demjimêr: 21.00
|
|
20-09-2002
Helbestvanê kurd Refîq Sabir xelat wergirt
Helbestvanê kurd Refîq Sabir ji ber berhevoka xwe ya bi navê "Werza Qeşayê" ku
di sala 1999'an de ji hêla Goran Merîwanî ve li swêdî hatibû wergerandin, xelata
wêjeyî ya navneteweyî wergirt.
Berdewam bike..
|
|
17-09-2002
Dezgehê Sipîrêz û weşan in nû
Ji Dezghê SPÎRÊZ yê çap û weşanê li vê dawîyê 5
pirtûkên din ketin pirtûkxaneya kurdî de.
Berdewam bike..
|
|
17-09-2002
"Emê dest bi azana navendî bikin...!"
Serokê Karê Diyaneta Tirk Mihemed Nûrî Yilmaz, ji bo ku rê li ber her cûre dengên
azana li mizgeftan bigire, diyar kir ku ewê dest bi azan û banga navendî bikin.
Berdewam bike..
|
|
14-09-2002
Konferansek li ser zimanê kurdî
Bi amedekariya KOMKAR û Int. Verein für Menschenrechte der Kurden -
IMK, di rojên 28 û 29ê vê mehê de li bajarê Elamniyayê Köln
konferansek li ser zimanê kurdî pêk tê.
Berdewam bike..
|
|
14-09-2002
Xwepêşandin
Di 10 saliya qetliyama Mykonoss de,
HEVKARÎ-Platforma Rêxistinên Kurdistan / Elmanya
ji bo bîranîna Dr. Sadiq Şerefkendî, Fetah Abdulî û Humayun Erdelan
xwepêşandinekî çêdikin.
Berdewam bike..
|
|
14-09-2002
Pêşwaziyeke mezin bo Mislim Şêx Hesen li herêma Kobanê
Di roja pênşema 12-9-2002an de, kat 10ê sibê, hejmareke mezin ji
gelê kurd bi birêz Mislim Şêx Hesen re berê xwe dane herêma Kobanê,
piştî çar meh di zindanê de.
Berdewam bike..
|
|
13-09-2002
Newafê Gedo û pirtûkek nû
Ji mêj ve Kurdan gotiye: "Yê ku kevnê wî tune be, bela pişta xwe
bide kevirekî mezin." Yê me Kurdan jî bê guman, kevnên me mîrekên Botan in.
Mebesta min ji vê gotinê ev e ku em hej bi saya wan kevnên xwe li ser lingan..
Berdewam bike..
|
|
12-09-2002
Kongireyê salane yê Navenda PENa Kurd
Navenda PENa Kurd kongireyê xwe yê salane li Berlînê li dar dixe.
Hemû nivîskarên kurd an ew kesên ko baweriya wan
bi daxuyaniya PENa Navneteweyî (PEN – Charta) û rêbaza Navenda PENa Kurd tê,
..
Berdewam bike..
|
|
12-09-2002
KENGÎ TE DÎT... derket
Ji deriya helbestê li vê dawiyê komeka helbestên şehîdê nemir Mihemed
Mehmûd Reşavayî li bin navê "KENGÎ TE DÎT ....?" ke te
ber destê xwenevanan.
Berdewam bike..
|
|
10-09-2002
Nûçeyek li ser Malpera Amûdê bi zimanê tirkî
Di hejmara xwe ya di roja
09.09.2002an de û li bin sernivîsa "Platforma kurdî ya bi nirx"
rojnameya "Yeniden Özgür Gündem" a ko bi zimanê tirkî li
Tirkiyê tê weşandin, nûçeyek li ser Malpera Amûdê
weşand.
Fermo nûçeyê bixwîne!
|
|
05-09-2002
Intîfadeyek kurdî dê
rêyên me bikin gora artêşên tirk!
Rojnameya elmanî ya heftane "DIE ZEIT" di hejmara xwe ya îro de
(05.09.2002) hevpeyvîneke bi Mes´ud Barzanî, serokê
PDK, re weşand. Ji ber giringiya naveroka hevpeyvînê, Malpera
Amûdê ew bo xwendevanê kurd wergerand kurdiyê.
Hevpeyvînê bixwîne!
|
|
02-09-2002
Kursên fêrbûna zimanê kurdî li ESSEN (Elamniya)
Zanîngeha ESSEN li Elamniyayê 5 kursên fêrbûna zimanê kurdî
amade kirine û li hêviya te ne ko tu beşdarî van
kursan bibî û xwe fêrî zimanê kurdî bikî.
Berdewam bike..
|
|
05-09-2002
Êvarek helbestê bo Nale Ebdulrehman
DUHOK (Hekar Findî - amude.com) 05.09.2002:
Ji bizavên Yekîtiya Nivîserên Kurd / tayê Duhokê îro
(5.9.2002an) êvareke helbest xwendinê bo
helbestvana kurd NALE EBDULREHMAN li bexçeyêê Yekîtiyê li dar dikeve.
|
|
03-09-2002
Sînga Qamişlo ji şalyarên rewşenbîriya kurdî re vekirî ye
QAMIŞLO (Konê Reş - amude.com) 03.09.2002:
Di van rojên dawî de rewş,enbîrên kurd
ên navdar Ebdulkerîm Findî, Şêrgo Bêkes
û Xisro pîrbal bibûn mêvanên bajarê Qamişlo.
Berdewam bike!
|
|
03-09-2002
"RAPERÎN" - dîwana Bêbuhar a 3an derket
AMÛDÊ (Berzan Birîvî - amude.com) 03.09.2002:
Li bin navê "RAPERÎN" mamoste Yûsif Berazî (Bêbuhar) dîwana xwe ya
sisyan çap û belav kir.
Berdewam bike!
|
|
03-09-2002
"YOBÎLA ZÊRÎNA PÊŞMERGEYÎ" di Malpera Amûdê de
Fermo pirtûka Şewket Şêx Yezdîn
"YOBÎLA ZÊRÎNA PÊŞMERGEYÎ" bixwînin
a ko ji aliyê Ebdulkerîm Findî ji tîpên erebî
hatiye veguhastin tîpên latînî.
"YOBÎLA ZÊRÎNA PÊŞMERGEYÎ"
|
|
31-08-2002
Semînarek siyasî û ramyarî li ser guftûgoya kurdî-erebî
Bi beşdarbûna hejmareke mezin ji siyasetmedarên kurd û ereb ên
navdar, Kovara JÎNO ya siyasî û çandeyî ko li Londonê
tê weşandin, simînarekê li ser
guftûgoya kurdî-erebî li dar dixe.
Berdewam bike!
|
|
31-08-2002
Şeva 16ê Tebaxê li Stockholmê
Bi bîreweriya 56 saliya damezirandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK),
komîta Swêdê ya Partî şevekê li dar dixe.
Berdewam bike!
|
|
29-08-2002
Muzîk û helbesta kurdî di Festîvala Tensta li Stokholmê de
Di rojên 31.08-01.09an de "Festîvala Tensta" li Stockholmê
li dar dikeve.
Weke her sal, îsal jî Kurd bi kultura xwe beşdarî
vê festîvalê dibin...
Berdewam bike!
|
|
29-08-2002
Semînarek li ser Fîderaliyetê li Iraq
Li bajarê Holendayê Den Haag(Lahay) û bi beşdarbûna
Prof. Munzir El-Fadil, Fewzî El-Etrûşî û
Hesan Akif semînarek
li ser Fîderaliyetê li Iraqê pêk tê.
DEM: 30.08.2002, se´et: 17:00
CIH:: Den Haag, Televisiestraat 2 (qata 5an)
|
|
27-08-2002
Hevpeyvîn li gel rojnameger Salihê Kevirbirî
Radyoya SBS (beşê kurdî) hevpeyvînek
li gel rojnameger Salihê Kevirbirî pêk anî.
Ev hevpeyvîn ji aliyê Şahînê Soreklî hate
kirin. Fermo li vê hevpeyvînê guhdar kin:
HEVPEYVÎN (MP3)
|
|
26-08-2002
Heleb 400 café yên internêtê digre
Li gor nûçeya ko îro di rojnameya erebî
Al-Hayat
de (rûpel 14) hatibû weşandin, bajarê Helebê li Sûriyê
hemû café yên internêtê (hejmar 400) girtin.
Berdewam bike..
|
|
25-08-2002
Li Montrealê 3 fîlmên li ser Kurdan
MONTREAL (DIHA, amude.com) 24.08.2002:
Di 26'emîn Mîhrîcana Fîlman a Cîhanê ya Montrealê de di beşa "Sînemaya Cîhan:
Olandanên serdema me" de sê fîlmên li ser kurdan têne pêşkêşkirin.
Berdewam bike..
|
|
25-08-2002
"Bîrhatinên Rojanên Reş" derket
Duhok (Hekar Findî - amude.com) 24.08.2002:
Tumarkirina bîrhatinan karekê fer e û pîroz e. Mamosteyê hêja
Selman Kovilî jî çendîn bîrhatinên ku bi serê miletê me
da hatin nivîsandine û êxistine ber destê xwendevanan...
Berdewam bike..
|
|
22-08-2002
Hunermenda kurd Xecê Şêx Bekir
Hunermendek dî ji hunermendên me yên kurd
beşdarî Malpera Amûdê dibe.
Keremkin Xecê Şêx Bekir nasbikin û
li tabloyên wê temaşe bikin...
Rûpela Xecê
|
|
20-08-2002
Hemreş Reşo li Çiyayê Kurmênc e
Efrîn/gundê Îska (Şêx Birîmce - amude.com) 20.08.2002:
Siyasetmedar û nivîskarê kurd yê mezin, bêlih û navdar Hemreş Reşo,
xwediyê kovara Çiya, kovara yekemîn ko li Ewripa çap û belav
dibû piştî Hawar, ...
Berdewam bike!
|
|
20-08-2002
Serpêhatiya kurdekî penaber
Di hejmara 5 ê tîrmeha 2002an de, rojnameya bi navê
( Ny Tid), ango bi kurdî (Dema Nû) an jî ( Nû Dem)
ku li Nerwîcê her hefte derdikeve, gotarek ser mirovekî kurdê
başûr nivîsandibû û bobelata ku bi serê wî de hatiye berbiçav kiribû.
Berdewam bike!
|
|
19-08-2002
BANÎPAL doseyek taybet li ser Selîm berekat diweşîne
(Azzaman, amude.com): Kovara BANÎPAL ya ko wêjeya erebî
bi zimanê ingilîzî diweşîne, di hejmara xwe ya
nû de ko li Londonê derket, doseyeke taybet li ser
helbestvan û romannivîsê kurd Selîm berekat weşand.
Berdewam bike!
|
|
18-08-2002
Erizê û Bekirbegê Erizê
(Hekar Findî - Duhok /amude.com ): Ji weşnên dezgehê SPÎRÊZ yê çap
û weşanê pirtûka "Erizê û Bekirbegê Erizê" kete ber destê
xwendevanan.
Berdewam bike!
|
|
18-08-2002
Beytên Kurdî
(Hekar Findî -Duhok /amude.com ): Ji dîwanxanên Kurdewarî yên resen dîwana
folklorê kurdî nin. Li vê dawiyê pirtûkek hêja bi navê
"Beytên Kurdî" ji weşanên dezgehê SPÎRÊZ kete ber
destê xwendevanan.
Berdewam bike!
|
|
18-08-2002
Şeşemîn pêşangeha hunermendên Duhokê
( Hekar Findî - amude.com /Duhok ): Li duv bernamekê rêk û pêk û yê pirî
bizav û çelengî pêxemet pêşvebirin bercavkirina rewşa hunerî li
deverê, Sendîka Hunermnedên Kurdistanê / Liqê Duhok li vê dawiyê bi
encamdana çendîn çalakian rabû.
Berdewam bike!
|
|
16-08-2002
Salihê Keviribirî û "Karapetê Xaço" têne pêşiya dadgeha tirk
(Stenbol - amude.com): Doza pirtûka rojnamegerê kurd Salihê Kevirbirî ya
bi navê "Bir Çigligin Yuzyili: Karapetê Xaço (Sedsala qêrînekê: Karapetê Xaço)"
roja 20.08.2002an li Dadgeha Ewlekariya..
Berdewam bike!
|
|
Berdewam bike >>>>
|
|
|
|
|